MELE MISTEFA BARZANÎ
Mebest ne darizandina mêrxas e, lê fêmkirina çima û çawa meriv wiha mezin dibe: çawa trawmayên zû (pêşwext) yên jiyanê li ser karakterê mirov bi bandor in û çawa ew karakter dîrokê vediguheze.
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/mele...
14.03.2026 13:22
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
MELE MISTEFA BARZANÎ
MELE MISTEFA BARZANÎ
- Bi Nêrîneke Derûnkolînerî (Psychoanalytic) li ser Jiyan û Xebata Wî
Mele Mistefa Barzanî (1903–1979) ji mêjûya gelê kurd re ne tenê rêberekî siyasî û leşkerî ye; ew sembola berevanî û berxwedanê, awayekî hebûn û nasnameyeke hevpar..
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/mele...
14.03.2026 13:21
👍 4
🔁 3
💬 1
📌 0
☘️🌄💐🙏🌸
14.03.2026 10:56
👍 1
🔁 0
💬 0
📌 0
Ramanên Apê Osman Sebrî di çend mijarên sereke de têne pêşkêş kirin: azadiya fikrê û serxwebûna ramanî, yekîtî û rêxistinbûna kurdan, têkiliya kurdan bi hêzên derve re, girîngiya ziman û nasnameya neteweyî û mêrxasiya kesayetiyên mînak wekî Şêx Seîd û Qadî M
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/rama...
14.03.2026 08:55
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Ramanên Apê Osman Sebrî
Ramanên Apê Osman Sebrî
Kurdî, Welatparêzî û Rizgariya Neteweyî
Apê Osman Sebrî (1905–1993) yek ji ronakbîrên herî girîng ên kurd ê sedsala bîstan e. Wî bi jiyan û xebata xwe rola xwe ya mezin di tevgera neteweyî ya kurdî de cih girt. Apê Osman Sebrî ne ...
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/rama...
14.03.2026 08:54
👍 6
🔁 3
💬 1
📌 1
Em kurd xwe, îdolojiya xwe, partî û serokên xwe ji kurd û Kurdistanê mezintir dikin/dibînin. Ev ji ber nexweşiya narsîsîzmê tê; mirovê narsîsîst ji bo ku kêmasî û nezaniya xwe veşêre, xweberz û hêja dibîne û bi vî terhî tevdigere. Xwe weke Xweda bêkêmasî dibînin, rasti berevajiye
13.03.2026 11:09
👍 1
🔁 0
💬 0
📌 0
Kumê te, li serê te ye?
Kumê xwe, bide serê xwe.
Kumê xwe, li serê xwe bigire.
Kumê rastan, tim qetiyayî ye.
Serê gurî, di binê kum de baş e.
Kumê tiftik, neke bin kumê galik.
Kumên xwe deynin, pirsan jê bikin.
Heta sibê kî zane bê çend kum bê xwedî dimîne.
Gotinên pêşiyan
Wêne: HÇ (AI)
13.03.2026 06:42
👍 6
🔁 4
💬 1
📌 0
Bi me kurdan re trawmaya jixwenehezkirinê heye. Loma em nikarin ji xwe, ji zimanê xwe, ji hebûna xwe, ji kurdbûna xwe hez bikin. Vê rewşê derûniya me kurdan di rewşeke taybetî de hiştiye: bêbava derûnreşî bi ser civakê de hatine, loma giyannexweşî ji gel ...
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/deru...
12.03.2026 19:21
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Derûn, Derûnnasî û Derûnkolînerî
Derûn, Derûnnasî û Derûnkolînerî
Jiyana mirov têkoşînek e di navbera hişmendî (consciousness) û derhişiyê (unconscious) de. Ev têkoşîn, di civakên bindest de, astek din a kûrahiyê distîne: bindestî ne tenê pergaleke siyasî ye, ew di heman demê de pergale..
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/deru...
12.03.2026 19:20
👍 5
🔁 3
💬 1
📌 0
Pêşiyên kurdan dibêjin:
"Benîştê mêrê pîs, çîroka mêrê qenc e."
Serê min bi kitan e, dilê min bi qitran e.
Em jî hebekî ji "xwe" re çîrokan bixwînin.
ÇÎROKÊN LI BER BAYÊ
Evdirehman Elçek
Û
WELATÊ PIRPIROKAN
Rûbar Elî
Nûbihar
12.03.2026 07:10
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
💐🌄☘️🙏
12.03.2026 06:50
👍 1
🔁 0
💬 0
📌 0
Ev rêwîtiya erdnîgarî ne tenê rûdaneke jiyanî bû, di heman demê de birîneke derûnî ya kûr bû ku xwe di hemû berhemên wî de nîşan da. Helbestên wî — bi taybetî Nimêjgeha Xewnê, Dayîk û Çarçira — ne tenê wêjeya xemgîniyê ne; ew belgeyên derûnî yên mirovekî ...
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/ehme...
11.03.2026 10:20
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Ehmed Huseynî (1955–10ê Adara 2026an) (Zimanê wî jî weke laşê wî bêwelat bû) Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
Ehmed Huseynî (1955–10ê Adara 2026an) (Zimanê wî jî weke laşê wî bêwelat bû)
Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
Ehmed Huseynî helbestvanekî kurd bû ku jiyana wî di navbera çend cîhan de derbas bû: Amûda Rojava, Şama Sûriyê û Stokholma Swêdê. Ev rêwîtiya erdnîgarî..
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/ehme...
11.03.2026 10:19
👍 6
🔁 3
💬 1
📌 1
Bîr (memory), tiştê ku mirov dixwaze ji bîr bike, digire — ku ew neyê dermankirin; dibe nexweşiya ruh û giyanê.
Deriyê derûnnasiyê
(Gateway to psychology)
11.03.2026 08:09
👍 5
🔁 3
💬 0
📌 0
Binhişî (subconscious), ne nexweşî ye — ew binbeşek ji jiyana derûnî ya siruştî ye.
Tepisandin (repression), tenê ne di hiş de ye — ew di masûlkeyên laş de jî tê hilgirtin.
Derhişî (unconscious), ne şkeftek e ku tişt tê de veşartî ne — ew qada kûr a laş û jiyanê ye.
11.03.2026 08:09
👍 4
🔁 3
💬 1
📌 0
Derhişî (unconscious), mala derûnî ya rasteqîn e.
Tiştê ku em ji bîr nakin, em neçar in wê dubare bijîn.
Laş, ne heyber e û ne kirde ye — ew herduyan di xwe de hildigire.
Kirde (subject), di heyberê (object) de xwe dibîne, heyber jî di kirdeyê de dijî.
11.03.2026 08:08
👍 4
🔁 3
💬 1
📌 0
Rimil li rastiyê dibare.
Lanê şêr bê hestî nabe.
Kumê Tûto, li serê Rûto.
Kûçikê mîran bi nan û av in.
Kurtan a keran e, zîn a hespan e.
Kurtepist, mala mirov xerab dike.
Gotinên pêşiyan
10.03.2026 07:31
👍 5
🔁 3
💬 0
📌 0
Dema em rewşa Kurdan di vê çarçoveyê de dinirxînin, du formên sereke yên dermirovkirinê xwe nîşanî me didin. Forma yekem dermirovkirina klasîk a neyînî ye: komê wekî ‘ajel’ an ‘kêm’ nîşan dide. Forma duyem dermirovkirina erênî ye. Ev têgeh di xebatên N. Haslam (2006)..
candname.com/dermirovkiri...
09.03.2026 14:35
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Dermirovkirina Kurdan: Bi Nêrîneke Derûnkolînerî - ÇandName
Destpêk Di sala 1952an de, Frantz Fanon di berhema xwe ya Çerm û Maskeyên Reş û Spî de nîşan da ku k
Dermirovkirina Kurdan: Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
Di sala 1952an de, Frantz Fanon di berhema xwe ya Çerm û Maskeyên Reş û Spî de nîşan da ku kolonyalîzm ne tenê saziyeke siyasî û aborî ye — ew di heman demê de mekanîzmayeke kûr a derûnî ye ku nasnameya mirovê kolonîze..
candname.com/dermirovkiri...
09.03.2026 14:34
👍 5
🔁 4
💬 1
📌 0
HÇ (AI) dikare di naskirina teşxîs û nîşanên zû û pêşwext ên nexweşiyên derûnî de roleke girîng bilîze. Algorîtmayên HÇê dikarin daneyên mezin dahûrîn bikin û alîkariya pisporên tendirustiyê bikin da ku nexweşî zûtir bên teşxîskirin. Lêkolîna ji aliyê Kal...
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/band...
09.03.2026 11:02
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
BANDORA HIŞÊ ÇÊKIRÎ LI SER TENDIRUSTIYA DERÛNÎ
BANDORA HIŞÊ ÇÊKIRÎ LI SER TENDIRUSTIYA DERÛNÎ
Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence – AI) di salên dawî de bi lezûbez pêş ketiye û niha di gelek warên jiyana me de tê bikaranîn, ji xizmetên saxlemî û tendirustiyê bigire heta perwerdehî û ragihandinê...
brahimaluci.blogspot.com/2026/03/band...
09.03.2026 11:01
👍 4
🔁 3
💬 1
📌 0
Serfirazî di hewldanê de ye, ne di jêhatbûnê de ye.
Rûdanên jiyanê mirov xemgîn nakin, şêwazê ramînên rûdanan mirov xemgîn dike.
09.03.2026 06:40
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Ziman, şûrê herî tûj e.
Kê hişê xwe nas kir, wî/wê cîhan nas kir.
Jiyana mirov, bi ramanê mirov vediguhere.
Hezkirin çalakiyeke lebat e, ne rewşeke tebat e.
Wêrekiya herî mezin ew e ku meriv bi 'xwe' re rast be.
Mirov bi çi çavî li xwebûna xwe binêre, mirov bi wî çavî li zimanê xwe jî dinêre.
09.03.2026 06:40
👍 6
🔁 4
💬 1
📌 0
Mêr çem e, jin gol e.
Mal hebîn e, jin xatûn e.
Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e.
Mala bê jin, bê nan û xwê ye.
Ne her mêr mêr e û her jin jin e.
Mêr ava kaniyê ye û jin jê re sikûr e.
Zilam hene, zilamok hene; jin hene, jinok hene.
Gotinên pêşiyan
Dapîra min Pîra Xatûnê
08.03.2026 07:59
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Jin kaniya jînê ye.
Jin darê şikestî ye.
Jin bedewa emir e.
Axa jin û mêran ji hev e.
Jin heye ji sed mêrî çêtir e.
Jin diçê xwînê, xwîn safî dibe.
Jin bi xeftan e, mêr bi kurtan e.
Jin çûn hewaran, mêr ketin kewaran.
Jin kele (kelhe) ye, mêr fele (girtî) ye.
Dapîra min Xatûnê bi HÇê(AI)
08.03.2026 07:46
👍 6
🔁 3
💬 1
📌 2
Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
diyarname.com/news.php?Idx...
@brahimaluci.bsky.social
07.03.2026 15:18
👍 4
🔁 4
💬 0
📌 0
Dibêjin:
Rojekê ciwanekî kurd helbesta xwe ya ku bi erebî nivîsiye li pêş Apê Osman Sebrî dixwîne, paşê jê dipirse:
- Apê Osman te helbesta min çawa dît?
Apê Osman Sebrî dibêje:
- "Birazî, LI DINYAYÊ ÇIQAS TEBA HENE HER YEK JI BO XWE NÊÇÎRÊ DIKE; TENÊ TAJÎ JI BO XELKÊ DIKE."
07.03.2026 14:56
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Dibêjin:
Rojekê ciwanekî kurd helbesta xwe ya ku bi erebî nivîsiye li pêş Apê Osman Sebrî dixwîne, paşê jê dipirse:
- Apê Osman te helbesta min çawa dît?
Apê Osman Sebrî dibêje:
- "Birazî, li dinyayê çiqas teba hene her yek ji bo xwe nêçîrê dike; tenê tajî ji bo xelkê dike."
07.03.2026 14:55
👍 6
🔁 3
💬 1
📌 3
Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
Êş û elem, trawma — gava bêşahid bimînin — ne tenê di bedena mirov de, di derûn û giyana wî de û di nav tevahiya civakê de jî şopên kûr û mayînde dihêlin. Ji bo gelê kurd, ev rewş bi berdewamiyeke sedsalî didome. ..
www.diyarname.com/news.php?Idx...
07.03.2026 13:04
👍 5
🔁 3
💬 0
📌 0
Her bêjeyek kevirekî avahiya ziman e.
Ziman wekî asoya behrê ye, nêzîk xuya dike, lê çiqas dinêrî tim ew e.
Gava tu bixwazî gelperweriya mirovekî fam bikî, ta kîjan derece pêşva çûye, binêre çiqas ser bi zimanê xwe re bendewar e.
Apê Osman Sebrî
Kovara Nûbiharê , hjm.174 rpl.24
07.03.2026 07:05
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0